Li Bakurê Kurdistanê helmeta erkdarkirina mamosteyên Kurdî didome

Li ser medya civakî daxwazên zimanê Kurdî wek ‘tag’ tên vekirin û ji desthilatdarî û opozisyona Tirkiyê daxwaz tê kirin ku zêdetir mamosteyên Kurdî bên erkdarkirin.

15 Tîrmeh 2022 - 06:29
15 Tîrmeh 2022 - 06:29
 0
Li Bakurê Kurdistanê helmeta erkdarkirina mamosteyên Kurdî didome

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li ser medya civakî daxwazên zimanê Kurdî wek ‘tag’ tên vekirin û ji desthilatdarî û opozisyona Tirkiyê daxwaza ku zêdetir mamosteyên Kurdî bên erkdarkirin û perwerdehiya zimanê Kurdî bi fermî bê dayîn, tê kirin.

Navenda Çavdêrî û Çaksaziyên Perwerdehiyê ya Diyarebkirê (DÎERG) û Komeleya Mamosteyan sêyemîn helmeta li ser medya civakî lidar dixin.

Di du helmetên berê de, daxwaz ji rêveberên perwerdehiya li Tirkiyê û rayedarên hikûmetê hatibû ku her sal kêmtirîn 200 mamosteyên Kurdî bên erkedarkirin.

Îro înê 15ê Tîrmehê jî dê heman daxwaz ji partiyên opozisyonê bê kirin. Helmeta medya civakî ya sêyemîn dê di demjmêr 21:00’an de destpê bike.

Rêveberên DÎERGê, Komeleya Mamosteyan û saziyên zimanê Kurdî daxwaza piştgiriyê ji welatiyan dikin ku di helmetê de beşdar bin.

Ev nûçe bi tevahî 859 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:31:31