Li Cindirêsê Îstixbarata Tirkiyê 2 welatiyên Kurd girtine

Li bajarê Cindirêsê yê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanl Îstixbarata Tirkiyê avêtiye ser 2 malên welatiyên Kurd û 2 kes girtine.

3 Hezîran 2023 - 06:53
3 Hezîran 2023 - 06:53
 0
Li Cindirêsê Îstixbarata Tirkiyê 2 welatiyên Kurd girtine

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, roja pêncşemê hejmarek endamên Îstixbarata Tirkiyê avêtine ser mala welatiyê kurd Nûrî Îzet Erebo li nav bajarê Cindirêsê û welatiyê navborî destgîr kirine.

Rêxistina navborî da zanîn ku di heman demê de, Îstixbarata Tirkiyê avêtiye ser mala welatiyê kurd Sibhî Mîro, ku xelkê gundê Tilsilorê ye, û ew jî destgîr kiriye.

Rêxistina Mafên Mirov a Efrînê diyar kir ku herdu welatî ji bo cihekî ne diyar hatine birin û heta niha çarenivîsa wan nehatiye zanîn.

Ev nûçe bi tevahî 817 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:38:06