Di meha Gulanê de li Sûriyê 226 kes hatine girtin

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku di meha gulanê de 226 kes li Sûriyê bi şêweyekî neyasayî hatine girtin.

3 Hezîran 2023 - 06:56
3 Hezîran 2023 - 06:56
 0
Di meha Gulanê de li Sûriyê 226 kes hatine girtin

Li gorî Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di nava girtiyan de 11 jin û 6 zarok jî hene.

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan da zanîn ku di meha gilanê de rêjeya herî zêde ya girtiyan di sala 2023yê de hatiye tomarkirin.

Li gorî heman çavkaniyê, sedema zêdebûna rêjeya girtinê ew e ku hêzên hikûmeta Sûriyê hejmarek penaberên Sûrî yên ku ji Libnanê vegeriyane girtine

Herwiha hejmarek sivîl li gorî yasaya dije tawanên elektronîk hatine girtin.

Ev nûçe bi tevahî 657 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:03:08