Li Herêma Kurdistanê derbarê gendeliyan de gavek girîng!
Hat ragihandin ku di nêzika destpêkirina sala 2018'an de qasî 200 dozên gendelî radestî dozgeriya Kurdistanê hatiye kirin.

Hat zanîn ku desteya destpakiya Herêma Kurdistanê, lêkolînê di 200 doseyên gendeliyê de dike û bêtirî 70% ji wan doseyan radestî dadgehan kiriye.
Serokê desteya destpakî ya Herêma Kurdistanê Ehmed Enwer, ragihand ku lêkolîn di doseyên gendeliyên de berdewam e û 200 dosye li ber destê wan hene, ku beşek ji wan hîn neçûne ber destê dadgehê.
Her wiha di berdevamiya axaftina xwe de Ehmed Enwer diyar kir, ku ew doseyên lêkolîn di wan de hatine kirin bêtir doseyên xirab bikaranîna mulkê giştî û bihedirdana samanên welat û wergirtina bertîlan e.
Nûvekirina herî dawî: 03:54:44