Li Kerkûkê careke din zimanê kurdî li ser nivîsên fermî tê rakirin

Di çarçoveya ereb kirina bajarê Kerkûkê de careke din zimanê kurdî li ser nivîsên fermî yên hikûmetê tê rakirin.

8 Tebax 2022 - 10:17
8 Tebax 2022 - 10:17
 0
Li Kerkûkê careke din zimanê kurdî li ser nivîsên fermî tê rakirin

Vê carê jî nivîseke fermî ya fermangeha tenduristiya Kerkûkê, ku ji bo moleta dukandarên wek berber û ewên ku pêwîstiya wan bi moleta tenduristiyê hebe û razîbûn li ser tê dayîn de zimanê kurdî jê rakirine û tenê bi zimanê erebî ew nivîs hatine nivîsandin.

Berî naha jî di beşekî tabloyên nivîsandina navnîşanên fermangehên hikûmetê de zimanê kurdî hatiye rakirin û tenê bi zimanê erebî hatine nivîsandin.

Piştî xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê şûnde proseya ereb kirina Kerkûkê tê birêve birin û bi qesdî dijatiya zimanê kurdî tê kirin û li ser nivîsên fermî zimanê kurdî tê rakirin.

Ev nûçe bi tevahî 754 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:50:10