Li Mûşê kalekî 92 salî hevjîna xwe kuşt

Kazim Gungor ê 92 salî yê ku li Mûş a Bakurê Kurdistanê dijî, hevjîna xwe Hasbike Gungor a 72 salî bi tivingê kuşt.

24 Hezîran 2022 - 07:00
24 Hezîran 2022 - 07:00
 0
Li Mûşê kalekî 92 salî hevjîna xwe kuşt

Kazim Gungor ê ku li Taxa Sarayê ya li navenda Mûşê bi hevjîna xwe re dijiya, danê sibehê bi tivingê gule li hevjîna xwe ya ku pê re niqaş dikir, reşand.

Piştî ku cîranan agahî dan tîmên tenduristiyê, polîs û tîmên tenduristiyê hatin şandin bo cihê bûyerê.

Cenazeya Hasbike Gungor a ku hat diyarkirin li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.

Kazim Gungor ê 92 salî hat desteserkirin.

Ev nûçe bi tevahî 630 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:36:26