Li navçeyeke Rojavayê Kurdistanê tevgera leşkerên Tirkiyê û Rûsyayê

Li navçeya Dirbêsiyê ya Rojavayê Kurdistanê, hêzên Rûsya û Tirkiyê gereke serbazî ya hevbeş pêk anîn, ku ji gundê Şîrik destpê kir û li gundê Şêx Mensûr bi dawî hat.

17 Hezîran 2022 - 08:02
17 Hezîran 2022 - 08:02
 0
Li navçeyeke Rojavayê Kurdistanê tevgera leşkerên Tirkiyê û Rûsyayê

Li gor çavkaniyên nêzîkî Rêveberiya Xweser, ew gera leşkerî ya hevbeş a hêzên Tirkiyê û Rûsyayê roja Pêncşembê 16ê Hezîranê û bi beşdariya 16 wesayiyên zirxî yên herdu aliyan hat pêkanîn.

Hatiye ragihandin ku ew gera leşkerî ya hêzên Rûsya û Tirkiyê ji gundê Şîrikê destpê kir û di gundên Dellîkê, Melek, Ebbas, Aliye û Dehir el-Ereb re derbas bûn heta gihiştin rêbenda Kisra li gundewarê Zirganê, piştre di vegerê de ew hêzên hevbeş di gundên Talik, Tibiş, Berkevirê, Quneytre re derbas bûn û herî dawî li gundê Şêx Mensûr dawî li wê gera hevbeş a leşkerî hat.

Ew çend roj in, gerên serbazî yên hêzên Rûsya û Tirkiyê li navçeyên Rojavayê Kurdistanê yên hevsînor li gel Tirkiyê zêde bûne.

Tirkiyê di wan demên dawî de gefan dixwe ku bi hinceta parastina ewlehiya sînorên xwe yên li başûr û ewlehiya xwe ya netewî, operasyoneke nû ya leşkerî li dijî Rojavayê Kurdistanê dest pê dike.

Lê belê heta niha Amerîka û Rûsya li dijî êrîşeke nû ya Tirkiyê ne û dibêjin, êrîşeke nû ya Tirkiyê dê rewşê li bakurê Sûriyê aloztir bike.

Ev nûçe bi tevahî 800 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:08:31