Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Enqerê ye

Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi mebesta civîna ligel rayedarên Tirkiyê gihîşte Enqerê.

17 Hezîran 2022 - 06:19
17 Hezîran 2022 - 06:19
 0
Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Enqerê ye

Nûçegihanê K24ê yê li Enqerê ragihand, şanda Herêma Kurdistanê ji Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Umêd Sebah, Wezîrê Bazirganî Kemal Muslîm, Wezîrê Veguhestin û Gihandinê Ano Cewher û Serokê Desteya Veberhênanê Mihemed Şukrî pêk tê.

Biryar e îro civînên şanda Herêma Kurdistanê ligel rayedarên bilind ên Tirkiyê dest pê bikin.

Mijarên weke pêşxistina pêwendiyên aborî, bazirganî, asayîşa sînor, hêsankariya zêdetir ji bo hatûçûna welatiyan, ji mijarên herî diyar ên girîngiya şanda Herêma Kurdistanê ne.

Ev nûçe bi tevahî 852 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:26:14