Li Parîsê êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya kirin

Li Parîsê li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê êrîşa çekdarî pêk hat. Hat ragihandin ku mirî û birîndar hene.

23 Berfanbar 2022 - 09:23
23 Berfanbar 2022 - 09:23
 0  604
Li Parîsê êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya kirin

Îro li Parîsê Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê êrîşa çekdarî pêk hat û li gorî zanyariyên dest pêkê 6 kes birîndar bûnê.

Herwiha Ajansa fermî a Fransayê AFPê jî ragihand ku di êrişê de 2 kes hatine kuştin û 4 kes jî birîndar bûne.

Li gorî medya Fransê piştî erişa li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê, zilamekî ku tê texmînkirin temenê wî 69 salî ye, ji aliyê polîsan ve bi çekê hatiye desteserkirin.

Herwiha şahidekî bûyerê ku li deverê esnaf e ji AFPyê re got ku wan “dengê “7-8 guleyan bihîstiye”

Ev nûçe bi tevahî 604 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:12:06