Li Rihayê di operasyoneke li dijî DAIŞê de 2 gumanbar hatin destserkirin

Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di operasyoneke li dijî DAIŞê de 2 gumanbar hatin destserkirin.

9 Hezîran 2023 - 02:46
9 Hezîran 2023 - 02:46
 0
Li Rihayê di operasyoneke li dijî DAIŞê de 2 gumanbar hatin destserkirin

Li gor zanyariya îro Pêncşemê 8ê Hezîrana 2023an hêzên ewlekariya Tirkiyê bi fermana Serdozgeriya Komarî ya Rihayê, li dijî DAIŞê li Rihayê operasyonek dan destpêkirin.

Hêzên Ewlekariyê di çarçoveya wê operasyonê de hevdem bi ser çend navnîşanan de girtin û 2 gumanbarên DAIŞê destser kirin.

Hat ragihandin kesên desteserkirî bo Rêveberiya Ewlekariya Rihayê hatine birin û karûbarên yasayî yên derbarê wan de berdewam in.

Ev nûçe bi tevahî 581 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:11:56