Li Rihayê qeza: 5 kes birîndar bûn
Li bajarê Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di bûyereke tirafîkê de 5 kes birîndarbûn û rewşa yek wan kesên birîndar xirab e.

Li navçeya Girê Sor ya ser bi parêzgeha Rihayê ve di bûyereke tirafîkê de 5 kes ku 4 jin û mêrek in birîndar bûn, birîna yekê ji wan girane.
Otomobîla ku şofêrê wê Memiş Bozkurt bû, li ser rêya di navbera Girê Sor û Amedê de ji rê derket û wergeriya.
Di bûyerê de şofêr jî di nav de Necmiye Bulut a 60 salî, Melahat Sirkinti ya 86 salî, Elif Kocabaş a 55 salî û Pembe Bozkurt a 71salî birîndar bûn.
Tîmên rewşê bihawarçûna bilez birîndar veguhestin Nexweşxaneya Dewletê ya Girê Sor.
Li gorî agahiyan rewşa şofêr Memiş Bozkurt xirabe.
Nûvekirina herî dawî: 13:32:22