Li Stenbolê avahiya HDPê hat şewitandin

Li Stenbolê avahiya HDPê ya şaxa Pendikê rastî êrişê hat. Êrişkaran ku bi zorê ketin avahiyê agir berdanê û şewitandin.

29 Çile 2018 - 02:57
29 Çile 2018 - 02:57
 0
Li Stenbolê avahiya HDPê hat şewitandin

Li Stenbolê avahiya HDPê ya şaxa Pendikê rastî êrişê hat. Êrişkaran ku derî şikandin û bi zorê ketin avahiyê piştî amûrên partiyê tehrîb kirin agir berdanê û şewitandin.

Li gor agahiyan avahiya şaxa HDPê ya Pendikê bi temamî şewitî û derheqê êrişkaran de lêpirsîn hat destpêkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê A.O, M.Y, O.B.K. û F.B.Ç. jî di nav de 11 kesên gumanbar hatin binçavkirin. Ji bo desteserkirina êrişkarên mayîn jî xebatê lêgerînê didome. Li gor zanyariyan avahiya partiyê zirareke mezin dîtiye.

Ev nûçe bi tevahî 2066 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:24:06