Mesrûr Barzanî: Ji ber koça dawî ya Papa Benedict XVI xemgîn im

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi zimanê Îngilîzî sersaxî û xemgîniya xwe ji bo koça dawî ya Papayê Vatîkanê yê berê Benedict XVI nîşan da.

31 Berfanbar 2022 - 12:37
31 Berfanbar 2022 - 12:37
 0
Mesrûr Barzanî: Ji ber koça dawî ya Papa Benedict XVI xemgîn im

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: “Ez xemgîn im bi koça dawî ya Papa Benedict XVI. Ez sersaxiyê li Krîstiyanên Katolîk ên li Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê dikim.”

Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Wek dostekî pêbawer her dem bîranîna wî dê were kirin, çimkî bi rêya dua û şîretên xwe, ji bo cîgirbûna aştiyê li welat û navçeyê bi giştî, xebitiye.”

Îro Şemiyê 31ê Berfanbara 2022yan, li ser koça dawî ya Papa Benedict XVI, hikûmeta Vatîkanê di daxuyaniyekê de ragihand: “Bı xemgîniyeke mezin ve Papa Benedict XVI di demjimêr 09:34 xulekan de li dêreke bajarê Vatîkanê koça dawî kir.”

Papa Benedict XVI beriya niha di navbera salên 2005 û 2013an, 8 sal wek rêberê Krîstiyanan li postê Papa yê li Vatîkanê kar kir.

Ev nûçe bi tevahî 1074 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:50:52