Serokê Giştî yê PAK'ê: Sersala we pîroz be
Serokê Giştîyê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Özçelik bi peyamekî sersala nû pîrozkir.

Serokê Giştîyê PAK Mustafa Özçelik bi peyamekî sersala 2023'yan pîrozkir. Özçelik di peyama xwe de got; "Sala 2022yê ji bo gelê Kurdistanê û ji bo piranîya mirovahîyê, saleke bi şer, êş, xem û bi nexweşîyan ve dagirtîbû."
Özçelik berdevamiya peyama xwe de ev gotin rêzkirin:
"Bi hêvî, daxwaz û bawerîya ku sala nû, bi hûnandin û geşkirina hişmendîya netewî û niştimanî, bi têgihîştineke ji dîroka xwe dersderxistinê, li her çar perçeyên Kurdistanê jî bibe sala parastin û pêşdebirina destkeftîyên heyî; bibe sala xurtkirin û geşkirina doza azadîya Kurdistanê; bibe sala yekitî, dîyalog, bihevra xebat, hevkarî û tifaqên neteweyî û niştimanî.
Bi hêvî, daxwaz û bawerîya ku sala 2023yê li Kurdistanê û li her derê cîhanê da rêya jîyaneke mirovane, azad, demokratîk, adalet, aştîyaneji gelê me û ji hemû mirovahîyê ra derî veke.
Bi hêvî, daxwaz û bawerîya ku di sala 2023yê de xweşî, tenduristî û bextewarî bibe şirîkê jiyana me. Bi hest û bîr û bawerîyên xwe yên netewî, niştimanî û mirovî ez sala nû ya malbatên şehîdan, ya kedkar û têkoşerên doza azadîyê, ya hemû gelê Kurdistanê, ya her Kurdistanîyekî li her warekî cîhanê dijî û ya hemû mirovahiyê pîroz dikim."
Nûvekirina herî dawî: 04:12:57