Peyamnêrê Kurdistan24ê li Pirdê di êrîşa Îranê de birîndar bû

Ji ber êrîşa mûşekî ya Îranê li derdora nahiya Pirdê ya bakurê Kerkûkê, peyamnêrê Kurdistan24ê birîndar bû.

28 Îlon 2022 - 10:41
28 Îlon 2022 - 10:41
 0
Peyamnêrê Kurdistan24ê li Pirdê di êrîşa Îranê de birîndar bû

Berî bîstekê dema peyamêrê Kurdistan24ê Soran Kamran romla êrîşa Îranê li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê dikir, li nêzîk Pirdê birîndar bû.

Îranê îro bi riya droneyên bombekirî û mûşekan êrîşî ser baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarokê Koyê, Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê li Zirgiwêz li Silêmaniyê û Partiya Azadiya Kurdistanê li Pirdê kirin.

Li gor daxuyaniyeke Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî, di encama êrîşên Îranê de heta niha 9 kes şehîd bûne û 32 kes jî birîndar in.

Ev nûçe bi tevahî 380 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:57:06