Projeya ronîkirina bajarê Qamişlo û Hesekê bi dawî bû
Desteya Rêveberiya Xwecihî û Jîngehê li Herêma Cizîrê bidawîkirina 4 projeyên ronahiyê li bajarên Qamişlo û Hesekê yên Rojavayê Kurdistanê ragihand.

Desteya Rêveberiya Xwecihî û Jîngehê li herêma Cizîrê, bidawîkirina 4 projeyên ronahiyê ku 2 ji wan li bajarê Qamişlo û 2 jî li bajarê Hesekê ne piştî 4 mehan kar ragihand.
Desteya navborî dibêje, ew proje 297 stûnên elktirîkê bo ronahîkirine nav bajaran û cihên giştî li xwe digire û xerciya wê jî 430 hezar dolar bûye.
Li gor Desteyê armanc ji vê projeya ronîkirinê dabînkirina rewşeke ewle û aram li nav bajaran û kêmkirina bûyerên trafîkê ye.
Nûvekirina herî dawî: 19:48:58