Hevpeymaniya Navdewletî: Operasyona nav Kampa Holê bi piştevaniya me hatiye kirin

27 Tebax 2022 - 09:09
27 Tebax 2022 - 09:09
 0
Hevpeymaniya Navdewletî: Operasyona nav Kampa Holê bi piştevaniya me hatiye kirin

Hevpeymaniya Navdewletî ragihand, operasyona Kampa Holê ya ku ji aliyê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rêveberiya Xweser bi piştevaniya wan hatiye kirin û ew dê di rawêj û piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)û Asayişê de berdewam bin, ji bo operasyona nav Kampa Holê.

Di daxuyaniyekê de, Hevpeymaniya Navdewletî dibêje, “Operasyona HSD û Asayişa Rêveberiya Xweser ya di nav Kampa Holê de bi piştevaniya me hatiye kirin.”

Li gor daxuyaniya Hevpeymaniya Navdewletî, ew operasyon ji bo rêgirtin li vegera DAIŞê û parastina koçberên kampê ye. Hevpeymaniya Navdewletî teqez kiriye ku ew dê di piştevaniya hêzên HSD û Asayişê de berdewam bin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rêveberiya Xweser roja Pêncşemê 25ê Tebaxa 2022yan daxuyaniyek da û tê de destpêkirina qonaxa duyemîn a Operasyona li Kampa Holê ya Hesekê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê ragihand.

Di daxuyaniyekê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) ragihandibûn ku di operasyonê de, 27 endamên DAIŞê hatine girtin û 5 tûnêl hatine dîtin.

Ev nûçe bi tevahî 628 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:23:09