Rojava: Çend malbatên DAIŞê hewl dan ji Kampa Holê birevin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rêveberiya Xweser ragihand ku wan hewleke derxistina çend malbatên DAIŞê ji Kampa Holê li parêzgeha Heseke ya Rojavayê Kurdistanê bi awayekî qaçaxçîtî pûç kiriye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê hewleke derxistina çend malbatên DAIŞê ji Kampa Holê bi rêyên qaçaxçîtiyê pûç kir.
Li gor heman çavkaniyê, hêzên ewlekariya navxwe barhilgirek şopandiye û têde derketiye ku têde 56 kes ji malbatên çekdarên DAIŞê hebûn, ji wan 39 zarok û 17 jin. Li gor hêzên ewlekariya navxwe, wan ew 56 kes li gel qaçaxçiyê ku hewl daye wan derxîne, girtine.
Nûvekirina herî dawî: 04:53:03