Serok Barzanî: Guhartinên siyasî û hevkêşe her çawa bin, em xwedî dozeke rewa ne

Serok Mesûd Barzanî bi Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re civiya

2 Tîrmeh 2022 - 10:42
2 Tîrmeh 2022 - 10:42
 0
Serok Barzanî: Guhartinên siyasî û hevkêşe her çawa bin, em xwedî dozeke rewa ne

Serok Mesûd Barzanî radgihîne, guhartinên siyasî û hevkêşe her çawa bin, em xwedî dozeke rewa ne û divê pirsgirêk bi riya pabendbûna bi destûrê û liberçavkirina her sê perensîpên hevbeş, hevsengî û lihevkirinê bêne çareserkirin.

Serok Mesûd Barzanî îro 2ê Tîrmeha 2022an bi Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re civiya. Piştî civînê Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand, di civînê de rewşa Iraqê ya siyasî û dawî guhartinên proseya siyasî ya Iraqê hatin goftûgokirin.

Di daxuyaniyê de hat, “Guhartinên siyasî û hevkêş her çawa bin, em xwedî dozeke rewa ne û divê pirsgirêk bi riya pabendbûna bi destûrê û liberçavkirina her sê perensîpên hevbeş, hevsengî û lihevkirinê bêne çareserkirin. Ev perensîp divê li ser karê hikûmeta bê û hemû komên siyasî reng vede.”

Serok Barzanî ragihand jî: “PDK ne bi nakokî û kûrkirina qeyranan re ye, lê belê girîng e mafên destûrê û rûmeta welatiyan bê parastin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Serok Barzanî ji bo baştirbûna erk û karê nûnerên PDKê li Encûmena Nûneran a Iraqê, şîret û ronîkirinên pêwîst pêşkêş kirin û tekezî li wê jî kir ku pêwîst e endamên firaksiyona PDKê li Encûmena Nûneran a Iraqê xwe xizmetkarên welatî û dengderan û berevankarên mafên gel bizanin û karên wan ji axaftinê zêdetir bin.”

Ev nûçe bi tevahî 623 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:28:30