Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Em îro bi dilekî pir xemgîn şehîdên Enfalê bi bîr tînin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 35emîn salvegera tawana Enfalê de peyamek belav kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 35emîn salvegera tawana Enfalê de peyamek belav kir û got: “Em îro bi dilekî pir xem û kovan, şehîd û qurbaniyên pêlên navxirab ên Enfalê bi bîr tînin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ji hikûmeta Iraqê daxwaz kir ku erk û berpirsyariya xwe ya exlaqî û destûrî cîbicî bike û û ziyandîtiyan û malbat û kesûkarên sitemlêkiriyên destê rejîma berê ya Iraqê, bi awayekî hêja qerebû bike.
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
Em îro bi dilekî pir xem û kovan, şehîd û qurbaniyên pêlên navxirab ên Enfalê bi bîr tînin, ku yek ji şêwazên jenosîdê yên herî dirindane yên li dijî gelê Kurd û Kurdistaniyan bû, 35 sal berî niha, rejîma Be'sê ya Iraqê, bi çend qonaxên cuda, bi hezaran xelkê sivîl û bêguneh ê gund û navçeyên cuda cuda yên Kurdistanê rapêç kir û li biyabanên başûr û naverasta Iraqê, bi zindî bi çalê kirin û beşeke wan a mezin heta niha jî winda ne û çarenûsa wan nediyar e.
Tawana Enfalê, jenosîdeke dirindane bû, ne ku tenê li dijî gelê Kurdistanê, li dijî hemû nirxên mirovî û exlaqî bû, ku mixabin encamên hemû aliyan ên vê tawana hovane, her mane û birînên wê hîn jî necebirîne.
Di vê bîranîna xemgîn de ku beşek ji rêze tawan ku li hember gelê Kurdistanê hatin encamdan, em ji hikûmeta Iraqê daxwaz dikin, erk û berpirsyariya xwe ya exlaqî û destûrî cîbicî bike û ziyandîtiyan û malbat û kesûkarên sitemlêkiriyên destê rejîma berê ya Iraqê, bi awayekî hêja qerebû bike û hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike, da ku bi awayekî baştir, bikare xizmeta kesûkarên serbilind ên şehîdan bike.
Em di bîranîna pir xem a Enfalê de, serê rêz û hurmetê ji bo şehîdan û enfalkiriyan ên Kurdistanê ditewînin û ew ê her dem di bîra me de bimînin.
Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
14/4/2023
Nûvekirina herî dawî: 03:17:59