Serokwezîr Mesrûr Barzanî serexweşiyê li binemala Ferîq Elî Osman dike
Ji ber wexera dawiyê ya Ferîq Elî Osman Mêrgesorî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî behînameyekê arasteyî binemala wî dike.

Ji ber wexera dawiyê ya Pêşmerge û têkoşerê navdar Ferîq Elî Osman Mêrgesorî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duh di behînameyekê de serexweşî li binemala wî kir û hevxemiya xwe jê re diyar kir.
Tekista behînameya Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
Ji ber wexera dawiyê ya Pêşmerge û têkoşerê navdar Ferîq Elî Osman Mêrgesorî, ez ji dil serexweşiyê li binemala wî ya rêzdar û xebatker dikim û ez hevxemê wan im.
Xudayê mezin canê wî bi behiştê şa bike û sebr û hedarê bi hemiyan bide.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Nûvekirina herî dawî: 02:47:41