3 zarokên Efrînî li bakurê Helebê di teqînekê de birîndar bûn

Li gundê Til Qerah ê li herêma Şehba ya li bakurê Helebê, 3 zarokên derbider ên Efrînê di teqînekê de birîndar bûn.

2 Îlon 2024 - 07:03
2 Îlon 2024 - 07:03
 0
3 zarokên Efrînî li bakurê Helebê di teqînekê de birîndar bûn

Rewangeha Sûrî bo Mafê Mirovan belav kir, Li gundê Til Qerah duhî 1ê Îlonê di encama teqîna mîneke şer de, 3 zarokên derbider ên Efrînê yên temenê wan di navbera 8 – 11 saliyê de bûn, birîndar bûn.

Herêma Şehbayê di navbera Efrîn û Helebê de ye û di destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye. Dema artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di Çileya 2018an de êrîşî ser Efrînê kirin, dora 150 hezar Efrînî li kamp û gundê wê herêmê bicih bûne.

Li gorî Rewangehê, ji destpêka meha çileya 2024an, 130 sivîlan di encama teqîna mîn û paşmayên şer de canê xwe jidest dane ku di nava wan de 46 zarok û 22 jin hene û 171 kesên sivîl jî birîndar bûne ku di nav wan de 19 jin û 86 zarok hene.

 

Ev nûçe bi tevahî 515 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:18:12