Tirkiyeyê Til Temir topbaran kir

Hêzên Tirkiyeyê û grûpên çekdar gundewarê bakurê Til Temirê yê Rojavayê Kurdistanê topbaran kir.

7 Tebax 2023 - 04:25
7 Tebax 2023 - 04:25
 0
Tirkiyeyê Til Temir topbaran kir

Li gorî medyaya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, hêzên artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê duh gundê Derdareyê yê li bakurê bajarokê Til Temirê topbaran kir.

Li gorî heman zanyariyan, gundê Derdareyê bi du topê hewanan hate armanckirin lê ziyan nehatine zanîn.

Ji Cotmeha 2019yan ve heta niha, bi awayekî berdewam ew hêz bi top û dronan wan navçeyan dikin armanca êrişên xwe.

Ev nûçe bi tevahî 468 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:23:17