Li Dihokê bombebaran: Sivîlek hate kuştin

Li nahiyeya Çemankê ya Dihokê otomobîlek hate bombebarankirin. Sivîlekî canê xwe ji dest da, sivîlek jî birîndar bû.

7 Tebax 2023 - 04:30
7 Tebax 2023 - 04:30
 0
Li Dihokê bombebaran: Sivîlek hate kuştin

Li gorî agahiyên ku gihane deste ajansa Rûdawê, bûyerê duh saet 19.00an rû daye.

Di encama bombebaranê de Alan Îsmaîl canê xwe ji dest daye, Haşim Şakir jî birîndar bûye.

Alan û Haşim ji gundê Xaletan ê nêzîkî nahiyeya Sersingê ya parêzgeha Dihokê ne.

Beriya niha bi çend mehan daweta xwe kiriye

Xizmên Alan Îsmaîlê ku di bombebaranê de canê xwe ji dest daye got ku wî beriya niha bi çend mehan daweta xwe kiriye.

Ev nûçe bi tevahî 770 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:03:31