Xwendekarê zanîngehê 15 kes kuştin, 25 kes birîndar kirin

Li Zanîngeha Charlesê ya li Praga paytexta Çekyayê xwendakarekî zanîngehê bi çekê 15 kes kuştin û 25 kes birîndar kirin.

22 Berfanbar 2023 - 04:01
22 Berfanbar 2023 - 04:01
 0
Xwendekarê zanîngehê 15 kes kuştin, 25 kes birîndar kirin

Wezîrê Karên Navxwe yê Çekyayê Vit Rakusan ragihand ku êrişkar hatiye kuştin.

Polîsê Çekyayê jî destnîşan kir, “Pêwendiya êrişê bi grûpên terorîst re nîne.”

Şahidekî bûyerê got ku kesekî ji paceya zanîngehê gule li xelkê li ser Pira Manesê reşandine.

Rêvebirê Giştî yê Ewlehiyê Martin Vondrasek diyar kir, bi egereke mezin êrişkar beriya êrişê bavê xwe jî kuştiye.

Li aliyê din, hat destnîşankirin êrişkar xwendekarekî zanîngehê yê 24 salî ye û navê wî David Kozak e.

Ev nûçe bi tevahî 1123 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:53:04