YNK'ê pêşniyara dawî da Goranê!

Hat ragihandin ku Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê li ser rewşa Herêma Kurdistanê, aktîvkirina parlementoyê û li ser referandûmê, peyama xwe ya dawîn da Tevgera Goran û Komela Îslamî ya Kurdistanê.

8 Îlon 2017 - 11:14
8 Îlon 2017 - 11:14
 0
YNK'ê pêşniyara dawî da Goranê!

Polîtburoya YNKê di peyama xwe de 7 xal diyar kirine û bê şert û merc behsa aktivkirina parlementoyê hatiye kirin. Ew xal evin:

1- Asayîkirin û aktîvkirina Parlementoya Kurdistanê.

2- Ji bo ku di navbera mûçeyên pilebilind û mûçeyên kêm de hevsengî were pêkanîn, pêwîst e paşketina mûçeyan bi rêya pesendkirina projeyasayeke taybet ji holê were rakirin û ji bo dayîna mûçeyên paşketî ji mûçexuran re pêwîst e garantî were dayîn.

3- Bawerîdana bi serok û endamên encumena sindoqa dahatên petrol û gazê.

4- Pêdeçûna yasaya hilbijartin û desteberkirina mafê dengdana niştecihên herêmên veqetandî, da ku nûnerên wan ên rasteqîn hebin li Parlementoya Kurdistanê.

5- Pesendkirina yasaya referanduma serxwebûnê.

6- Lijneya amadekirina destûrê bo rapirsiyê, bawerî pê were dayîn bo amadekirina Destûra Dewleta Kurdistanê.

7- Sererastkirina yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê ya hejmara 1 a sala 2005an.

Ev nûçe bi tevahî 1622 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:21:36