QSD dest bi operasyona Dêrezorê kir

QSD jibo rizgarkirina Dêrezorê ku dibin dagirkeriya DAÎŞ'ê de ye operasyon da destpêkirin.

9 Îlon 2017 - 04:28
9 Îlon 2017 - 04:28
 0
QSD dest bi operasyona Dêrezorê kir

Li gorî ragihandina Reuters'ê, Quwetên Sûrîya Demokratîk (QSD) ya bi piştgirîya Amerîka dê îro Şemîyê ji bakurê Dêrezorê dest bi operasyonê bike.

Fermandarekî payabilind yê QSD'ê ji Reuters'ê re da zanîn ku ewê îro Şemîyê, bi awayekî fermî destpêka operasyonê ragihînin.

QSD dê bi operasyonê hewil bide herêmên li bakurê Dêrezorê ji Dewleta Îslamî (DAIŞ) paqij bike.

QSD, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, li Reqa jî operasyona dijî DAIŞ'ê didomîne û piranîya wî bajarî bi dest xwe xistîye.

Ev nûçe bi tevahî 2715 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:48:58