YPJ: Cûdî Egîd di êrîşeke Tirkiyê de jiyana xwe ji dest da

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ragihandiye ku Tûba Karakoç ya bi nasnavê "Cûdî Egîd" di encama êrişeke dronî ya artêşa Tirkiyê de canê xwe ji dest daye.

18 Gulan 2023 - 05:52
18 Gulan 2023 - 05:52
 0
YPJ: Cûdî Egîd di êrîşeke Tirkiyê de jiyana xwe ji dest da

Tirkiyê ragihandibû ku “berpirsa darayî ya YPJê” Tûba Karakoç ku bi navê "Zîn Kobanî û Cûdî Egîd" dihate naskirin bûye armanca operasyoneke MÎTê.

Çavkaniyên Tirkiyê eşkere kirin ku Tûba ku sala 2013ê peywendî bi PKKê kiriye û piştre bûye berpirsa darayî ya YPJ , piştî wergirtina zanyariyên îstixbaratî di operasyoneke MÎTê de li Kobanî bûye armanca êrîşê.

Li aliyê din Fermandariya Giştî ya YPJ ragihandiye ku Tûba Karakoç, ku bi navê Cûdî Egîd dihat naskirin, roja 11ê Gulanê, di êrîşeke Tirkiyê de, li gundê Çelebiyê yê ser bi Kobanî ve jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPJ, Tûba Karakoç, sala 1995an li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye.

Ev nûçe bi tevahî 505 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:52:13