YSK 1ê Hezîranê encamên teqez ên gera duyem radigihîne

Encamên teqez ên hilbijartina serokomariyê ji aliyê Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ve dê di 1ê Hezîranê de bi fermî bên eşkerekirin.

30 Gulan 2023 - 03:59
30 Gulan 2023 - 03:59
 0
YSK 1ê Hezîranê encamên teqez ên gera duyem radigihîne

Li gorî salnameya YSKê, duh 29ê Gulanê demjimêr di 17:00an de dema îtîrazên desteyên hilbijartinê yên navçeyan a li dijî biryar û karên desteyên sindoqan ên derbarê gera duyem a hilbijartinên Serokkomariyê de, bi dawî bû.

Di 30ê Gulanê de jî pêvajoya îtîrazê ya desteyên hilbijartinê yên parêzgehan a li dijî biryarên desteya hilbijartinê ya navçeyan û rêvebirina dengdanê dê demjimêr 17.00an bi dawî bibe û herî dereng heta demjimêr 23.59an dê biryara derbarê îtirazan de bê dayîn.

Di 31ê Gulanê de dema îtîraza li YSKê ya li dijî biryarên desteyên hilbijartinê ya parêzgehan û xebatên dengdanê yên parêzgehan bi dawî dibe.

YSK dê di 1ê Hezîranê de derbarê îtîrazên li dijî biryarên desteyên hilbijartinê ya parêzgehan û xebatên dengdanê yên parêzgehan de biryarê bide û encamên dawî yên hilbijartinê ji rayedarên peywendîdar re bişîne da ku di heman rojê de di Rojnameya Fermî, radyo û televîzyonê de bê weşandin.

Ev nûçe bi tevahî 476 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:51:14