Firseta zêrîn ji dest dihare

Piştî têkçûna firsetê her kurdan dikirin hawar û gazî li çongên xwe dixistin ku wan ferseteke dîrokî ji dest dan. Bi vî awayî rewşê her domand, didome û bi vê yekê kurd nebûn xwedî dewlet. Û weha bidome wê nebin jî...

Bube Eser

14.10.2016, Cum | 09:29

Firseta zêrîn ji dest dihare
Nêrîn Belav bike

Niha mirov baş tê dighêje ku çima kurd heta niha nebûne dewlet. Ji ber ku kurd tim ne li hev in û her gav dijminatiya hev kirine û dikin. Ev sedemeke ji sedemên herî girîng e.

Ez bi xwe gihistim wê qenetê ku heta kurd di vî halî de bijîn wê tu caran jî nebin xwediyê xwe û dewleteke serbixwe. Çi hal e gelo?

Ma ji vê zelaltir hê wê çi halê me kurdan hebe. Niha serxwebûna kurdistanê li ber derî ye, lê weha xuya ye hin kurd û rêxistinên wan bi xwe dixwazin pêhîna xwe lê bide da ku ew serxwebûn nekeve hundir û kurdan hembêz neke.

Niha bala xwe bidinê; demên berê kurd xwedî eşîrên mezin bûn. (hê jî hene lê ne weke zemanê berê ye) Loma dema hin eşîran serî li hember dewletên dagirker rakirina, hin kesayetî û eşîrên din cihê xwe li ba dijmin digirtin û brayê xwe dikuşt. Nedihişt firseta ketiye dest pêk bîne loma jî tim ew firsetên bi destê kurdan diket ji dest diçû.

Piştî têkçûna firsetê her kurdan dikirin hawar û gazî li çongên xwe dixistin ku wan ferseteke dîrokî ji dest dan. Bi vî awayî rewşê her domand, didome û bi vê yekê kurd nebûn xwedî dewlet. Û weha bidome wê nebin jî...

Kurd nebûn xwedî dewlet, loma jî man bindest û gelek ji wan bûne kole û ev koletî hê jî berdewam e. Karê kolan jî ew e ku tim berjewendiyê xwediyê xwe biparêzin. Mejiyê bi salan koletî qebûlkiribe, dê nikaribe ji bona serbestiyê şerê azadiyê û serxwebûnê ji dil li hember dagirkerên xwe bide û wê nexwaze bibe xwedî dewleta xwe jî.

Weke min di serî de jî got ev di dema eşîrtiyan de her weha bû. Her serîhildaneke ji bona azadî û serxwebûna kurdan dibû, hin kurdên din bi xwe li hember derdiketin û dibûn asteng da ku kurd azad nebin û nebin xwedî dewleta xwe.

Niha çi dibe û çi diqewime???

Niha jî şûna eşîrên kurdan, rêxistinên kurdan girtine û her rêxistineke me bû ye eşîretek. Ev eşîret jî li gor berjewendiyên xwe tev digerin. Loma jî tim berjewendiya neteweyî li paş dimîne û ev lipaşmayîn jî nahêle ku kurd bibe xwedî dewleta xwe. Min xwest di vê nivîsa xwe de vê hinekî vekim û vê rastiya niha diyar û eşkereye, vejînim û min xwest bi vê kurdan bi berxim ku divê çi bûye, dibe û wê bibe.

Tê dîtin ku piştî azadiya başûrê kurdistanê û heta niha her kar û xebat hatiye û tê kirin ku wir bibe kurdistaneke serbixwe da ku kurd jî êdî weke miletê vê cîhanê li ser erda û xwe û xwe bi îdare dewleta xwe bi rêve bibe. Ev him heqekî rewa ye him jî mafê her kurdekî ye ku bibe xwediyê dewleta xwe. LÊ.....

Lê tu were binêre ku astengiya herî mezin dîsa ji kurdan de ye. Loma jî metirsîneke mezin heye ku kurd vê firseta ku niha ketiye dest, dîsa weke gelek firsetên din ji dest bidin. Li gor min weha here wê ji dest jî bidin. Çawa?

Bêjim; Ji bona deweleteke serbixwe bê avakirin berî her tiştî divê rêxistin û xelkê wî li hev bin. Ji bona damezrandin û ragihandina dewleta xwe divê xwedî yek helwest bin. Mecbûrin ku nakokiyên nava xwe deynin alîkî, bi hev nebilin û hemû kar tenê ji bona serxwebûnê be.

Ma niha ev li başûrê kurdistanê heye, NA.

Dîsa ji bona miletek dewleta xwe û serxwebûna xwe ragihênî divê ji nava erda wî hin nerin li welatekî din li qereqol û xelkê wî welatî nexin û nekujin û bi şûnde venegere nava erda ew welatê ku dixwaze serxwebûna xwe ragihîne. Ev li başûrê kurdistanê heye? Erê heye û gelekî xurt û bizanetî heye. Kî ne vana? Hûn hemû jî ji min baştir dizanin ku pkk ya ku li qandîlê asê bûye û ji bona kurdan tu tiştekî naxwaze bi xwe ye. Ev jî dibe sedem ku dê kurd nikaribin Kurdistaneke serbixwe li başûrê kurdistanê damezrînin. Ji ber ku dewleteke serbixwe, erkê wê ew e ku divê bikaribe sînorên xwe biparêze. Heger nikaribe vê bike wê gavê dê nikaribe destûra dewleteke serbixwe jî ji qada navneteweyî bigire.

Divê kurd çi bikin?

Berî her tiştî pêwîst e partiyên başûrê kurdistanê li ser asasekî neteweyî li hev bikin, ji bona damezrandina dewleta xwe divê hin şansan bidin hev. Şer û pevçûnên nava xwe rawestînin. Divê li hev vegerin û hemû têkiliyên xwe ji dagirkerên xwe qut bikin. Niha ev li başûrê Kurdistanê heye? Na.

Ya din ji bona serxwebûna başûrê kurdistanê divê qandîl vala bibe, pkk wê vê bike? NA.

Çareserî?

Li gor min çareserî tenê maye ku darbeyeke leşkerî bê kirin, ango pêşmêrgeyên qehreman dest bidin ser her tikştekî hemû hêz û partiyên li dij serxwebûna kurdisanê ne û destê dijmin bi awayekî bi qawet di nava wan deye ji holê bê rakirin ango bêdeng bikin. PIştî vê jî û bi helwesteyeke neteweyî serxwebûna Kurdistanê rahihîne. Ev yek.

Ya dudan heger pkk bi rehetî qandilê biterkîne baş e, heger vê nake divê li hember wan jî şerê ji bona kurdistaneke serbixwe bê dayîn. Ji ber ku pkk tu caran ji demokrasiyê, brayetiya kurdan fêm nekirine û nakin. Ez tu caran bawer nakim ku pkk ji qandîlê bi awayekî rehet û ji bona kurdistaneke serbixwe bi riza dilê xwe wir biterkîne. Loma jî çare tenê dimîne şer. Helbet tercîh ne şer e.

Em dizanin ku kurdan heta niha ji şerê brakujiyê gelek ês kişandinê, lê ev cûda ye ji ber ku ji bona kurdistaneke serbixwe bê ragihandin û kurd bibin xwedî dewleta xwe divê ev bê kirin. Îcar hûn çi navî lê dikin hûn bi kêfa xwe ne.

Bila baweriya we baş hebe ku heger vê carê jî kurd negihêjin serxwebûna xwe, nebin xwedî dewleta xwe, êdî kurd wê tu caran nebin xwedî dewlet. Wê her di bin êş û cefeya dijmin de binale. Wê her wêran bibe, talan bibe û qir bibe.

Li gor min ji bona serxwebûna kurdistanê çi lazim be divê ew bê kirin, bê ku wextê wenda bikin. Roj bi roj şansa kurdan ya ku bibin dewlet kêm dibe, heger hat û di rojhilata navîn de arîşeyên heyî bêne çareserkirin, êdî tu kes û dewlet wê kurdan bi bîr neynin.

Niha kurd xwediyê xwe û rolekî asasî ne. Vê rolê baş nelîzîn ev ê bibe dawiya kurdan û wê êdî tu kurdistaneke serbixwe nebînin...

Em niha wan kesayetî û eşîretên ku li hember miletê xwe ji bona dijmin şer kiribûn, rexne dikin û wan xaîn dibînin. Sibê wê nebiyên me jî van rêxistinên ku niha li dij serxwebûna kurdistanê bûne asteng rexne bikin û wan xaîn bibînin.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
5709 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:29:43

Bube Eser

Bube Eser

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Di siyasetê de salmezin!!!Pêşîvekirina tevgera Bakurê Kurdistanê divê çawa be???GAZÎ Û HAWAR EHeger ez bibim desthilat!!!Di nêz de Selahattin dikin serokê Kurdan!!!Dem dema yekitiya PDKyiyan li bakurê Kurdistanê ye!!!Gelo heta kengî ev mejî???Hêviyên me û HAK-PARek çawa???Mejiyê ku hatibe dagirkirinSerketin çawa dê pêk bê???De werin em li hev vegerin û dest bidin hev…Doza Miletekî Çawa Bi Serdikeve???PAK û TDK Xebat ne bi gotinê bi kirinê dibe!!! HAK-PARê pîroz dikim!!!Çıma HAK-PAR Yekıtıyê Naxwazî(!)Barzaniyê Mezın Çı Da Me Kurdan?Helwesta PSK ê ne helwesteke rast eKurdno di sed saliya Lozanê de vê bikin…Rêzgirtin tifak û bihevre karkirinHilbijartin yekitî û HAK-PAR!!!Divê li Bakurê Kurdistanê çi bê kirin? Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (8) û dawîBakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (7)Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (6)Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (5)Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (4)Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de (3)Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (2)Rewşa Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (1)Encama Semînerên min, dîtina kesan û malwêraniya me!!!Kurdno werin em destên xwe bidin hev hêza xwe bikin yek!!!Em êdî hevdu fêm nakin!Abdullah Ocalan got…Çima Barzanî û dîsa Barzanî?Divê HAK-PAR çi bike?Kî zorê tadê û êşkencê li kurdan bike, Kurd dibin hezkiriyên wan!!!Kongreya HAK-PARêBêdengî qebûlkirina bindestiyê ye!Gelo em çiqasî welatparêzin?Siyatmedar û sal mezinên me!!!Felsefe ango Rêbaz!!!Kê dinya hejand û Kurd zîndî kir?Gelo ez kîme û çima tenê bi kurdî dinivîsînim?Kurdên bakurê Kurdistanê siyasetê fêm nakin!!!Em Kurd çima bi sernakevin???Teqandina boriya neftê ji bona çi bû???Şêx Ahmed Barzanî kî ye?Sala nû û hêviya gelê KurdKurdên me ecêb in!!!Pêwîst e em di Navenda Kurd de bibin yek deng!Barzanî û Evdila PDK û PkkKurd û pêkanîna konferansan?Serketin bi piştgiriyê dibe!Deh rojên di zîndanê de me! uuGirtin, binçavkirin. Zîndankirin û kuştinKê mirîdî avifirandiye?Hilbijartina li Iraqê û li Kurdistanê qediya lê…Mirov çawa dikare xwe ji Penceşîrê (Qanser) biparêze û jê xelas be???PKK Kî ye, kî ne û çi dike???Bijî Sosyalîzma Kurdan(!) ya ji bona tunekirina wan.Me têk bir…Çima protesto û ne devjêberdana tirkîEmerikayê çi kir û divê em Kurd çi bikin???Dengê têkbirina Kurdistanê tê!!!Bê dewletî û berjewendî…Rexne agir e…Gotina Enfalê rehet e, lê fêrbûna wê zor û zehmet e!!!Bê helwestiya Kurdan li hember PKK/PYD!!!Seredana HDPK(K)êEv destpêkek e ji bona PK(K)!!!PKK di destê dagirkeran de bûye vîrusek bê derman!!!Em çima li ser xelkê digirîn?Dîasporê çi da me çi ji me girt???PKK û Kurd, azadî û serxwebûnPartî û rêxistinên me yên bakurê Kurdistanê!!!PKK û Lozana nû!!!Kurdno ji bona Lozana dudan xwe amade bikinBi kadirên kevn partiyeke nûjen enî an cephe çê nabe!!! Peymana Lozanê diqede!!!Zîndana Diyarbekirê û EM!!!Ji bona çi partiyên kurd bi ser nakein!!!Em ji Dalkurd çi dixwazin??? Hêviya me di sala nû de divê çi be???Îsmaîl Beşikçi bi eslê xwe tirk e.Gelo bratî çi ye û kî biran e???Kurdno him şiyar bin, him jî agahdar bin!!!Xelata Nobelê û KurdDema nêrek bê xesandin!!!Zîndana Diyarbekirê û EnfalPKK çi dixwazî???Çima Barzanî???Me dikujin, wêran dikin û em…!!!Ka em çi bikin??? Û berê xwe bidin kîjan partiyê…Damezrandina PKK û lîstikên wê!!!Rewş li bakurê KurdistanêSerokê netewa Kurd BARZANî…Piştî ba û bahozê aramî yeKurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!!Şert û mercên yekitiya Neteweyî…Divê Kurd şahiyê bigirin û bigerînin...Serok in lê ne neteweyî ne…Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd…Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!!Em Kurd miletekî weha ne!!!Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e.Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!!Dilxweşî kêfxweşî û serbilindîHeta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!!Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ketCivata me sal mezinan!!!Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wanÊdî dev jê berdidim!!!!Leyla Guven û Greva birçîbûna wêGirîngiya hukumeta nû ya Başûrê KurdistanêBi gotneke tahl û rastiya partiyên meBoxtan, Derew û şelaftî…Barzanî û Şoreşên wan!!!Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!!Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan têNameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud BarzanîDaxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye?Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin?Vê hilbijartinê çi da me Kurdan???Bê Deweletî mirin eJi bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî.Di siyaseta kurdan de hin qarekterBarzanî çima û çawa bi serdikevin?Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin?Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be?Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!!Em çima nabin dewlet???Roja 9 meha îlonê dê çi bibe?Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejîLi Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê?Siyaseta Kurdan!!!Partiyên me çima bi ser nakevin?Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne?Ma ne bese êdîEz westiyam!!! Lê…Kîne rêxistin û partiyên me?Siyaset li bakurê KurdistanêHilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta KurdanKurd çima nabin dewlet?Kurd çima nabin dewlet?Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye?Kurdno bibînin ku hûn dişewitin!De ka ez ê çawa binivîsînimKongreya HDP û KurdKurd, Erdogan û darbe!Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele?Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê?Siyaset li bakurê KurdistanêXemginiya min ji bona hin dostanBi kêrê hustiyê min jê dikirDost di rojên teng de diyar dibinBarzaniyan çi kirin?Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!!Daxwazî û AgahdariyekTêgihiştin...Têgihiştin...Ji ber çi û çima Mesud Barzanî?Em û partiiyên meBarzanî û sê şoreşên talîBarzanî ne bi tenê ye!!!Kurd çima wenda dikinMam Celal çû lê…Rastiyek ji rastiyanReferandûmê çi da me???Rewşa Aloz û Rexne!!!!Kî Çima li dij referandûmê ne?Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikinEm Li Ku Ne!Enfal!!!Ev Şansa Kurdan ya Talî ye!Kurd û ÎsraîlDagirkirî çaw pêk tê?Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in?Em û partiyên meKî û çima sansorê bi kar tînin?Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin?Giringî û pêwîstiya referandûmêZiman û rewşenbîrên Akedemîk!!!!Şoreşa GulanêKurd û xurifandina wanÇima PKK damezrandin???Dayikên Me!PKK Çi Dike???Kurd dê çawa azad bibin?Em, civat û partiyên meRNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKKSerok û SerokatîKurd çima bi ser nakevin?Rexne û Partiyên me!Barzanî û Helwestên wanPKK û êrîşkariya wan ya…Barzanî kî ne?Sûcdar kî ne???Em Çima Dinivîsînin?Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê???Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II)Me partiyeke çawa divê???Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2)Çi çû çi hat û PKK ji ku hat???Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK???Muxalefet Çi Ye?Muxalefet Çi Ye?Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê...Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê...PKK Tu Caran Naqede!!!PKK Tu Caran Naqede!!!Partiyên me çi dikin???Partiyên me çi dikin???PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!!PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!!Firseta zêrîn ji dest diharePêşeroja me û PKK!!Pêşeroja me û PKK!!Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek!Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek!Dîrok, bîranîn û PKKDîrok, bîranîn û PKKGelo çi bi Ergenekona kurdan hat?Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat?Sê xeterên kurdan yên serekeSê xeterên kurdan yên serekePKK çawa dest pê kir?PKK çawa dest pê kir?Analîzeke kurt li ser PKKAnalîzeke kurt li ser PKK
x