Kurd dibêjim sal bi sal xwezî bi par. Sedema vê ev e ku her saleke nû hatiye bi xwere ji bona me kurdan wêranî, komkujî jî anî ye.
Lewra jî heta niha tu fêdeya salên nû ji bona kurdan çênebû ye. Em weke kurd her ku dikevên saleke nû tim dibêjin, ”bila ev sal ji bona kurdan bi xêr be, azadiyê ji bona me bîne” lê weha dernakeve.
Bêtir lêdan, kuştin û qetilkirin dibe. Sedema wê jî ev e ku di her saleke nû de kurd bêtir bi xwe dihesin, xwe dinasin, li bindestî û perîşaniya xwe hay dibim.
Loma dixwazin tekoşîna azadiya xwe bidin,ew tekoşîn bi rijandina xwîna kurdan dawî lê tê heta ku berxwedana din destpê dike.
Niha jî em ketine saleke nû em ê dîsa temeniyên xwe, daxwaz û nerîna xwe bînin zimên.
Lê ez weha bawerim wê ev sala nû yanî sala2021an wê bibe, sala azadî û serxwebûna Kurdistanê. Ji ber ku me kurdan heta niha gelek bedel dane, xwîna me gelek hatiye rijandin û bedela vê em li başûrê kurdistanê bûne xwediyê xwe û destkeftiyekê.
Ev destkeftî ji bona me weke dewleteke serbixwe ye. Ji bona me kurdan ev destkeftî, ronahî ye, azadî ye, xwedî li xwe derketandin e.
Piştî ewqas bedel û xwîn rijandinê, êdî em li ber deriyê serxwebûnê rawestiyan in. Loma ez dibêjijm ew deriyê serxwebûnê wê di sala 2021an ji bona me kurdan vebe.
Ji ber ku êdî şertên cihanê û bi taybetî ya îsraîlê jî vê dixwazin. Helbet her dewlet li gor berjewendiyên xwe tevdigerin, divê em kurd jî vê yekê fêr bibin û em jî bikaribin li gor berjewendiya gelê xwe tevbigerin. Ji bona azadî û serxwebûnê çi lazim be divê em wê bikin.
Niha ez bi dilekî rehet, dibînim û dibêjim wê sala 2021an bibe sala me kurdan. Ji ber ku em ê li başûr kurdistanê dewleta xwe ya serbixwe ragihînin. Ew dewlet wê ji bona perçên din bibe piştgirt, bibe ronahî û wê bibe azadiya hemî perçên kurdisanê.
Ji ber vê jî divê em kurd êdî rehet bin, hemî li gel hev bi hêz û qaweta xwe ji başûrê Kurdistanê re bibin piştgir. Serxwebûna wir, wê ya perçên din jî bi xwe re bîne û wê koletiya bi salan li ser me kurdan hatiye ferzkirinê, rake.
Niha tiştê ji me kurdan re lazim e ew e ku divê em êdî xwe ji bona Kurdistaneke serbixwe amade bikin. Li gor vê amadekariyê jî pêwîst e em bi hevre û bi hemî hêz û qaweta xwe piştgiriya başûrê kurdisanê bikin.
Niha tenha şansa me kurdan li wir lê dide, dengê azadî û serxwebûna ji wir tê. Dengê demokrasî û wek heviyê ji wir difûre.Qawet û hêza azadkrina perçên din li vir şax daye, şîn hatiye û roj bi roj bilind dibe.
Ji ber vê sedemêye hêvî xurt e ku di vê salê de başûrê kurdistanê bighêja serxwebûna xwe da ku bikaribe alîkariya brayên xwe yên din bike. Ji ber ku heta kurd li perçayekê serxwebûna xwe ranegihîne, dê nikaribe weke tê xwestin alîkariya brayên xwe yên din bike. Sala nû li we tevan pîroz dikim.
Ev sal, sala gelê kurd e ku wê kurdan ji koletiyê azad bike û wê kurd bibin xwedî dewleta xwe….
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.