Mejiyê ku hatibe dagirkirin

Ez weke rewşenbîrekî kurd, tekoşîna gelê Îsraîl ya li hember zilma misilmanên ereban, pîroz dikim. Heger Îsraîl bi vî rengî bersîva wan nede, wê nikaribe di nava ereban de û li rojhilatanavîn bijî.

Bube Eser

11.10.2023, Çar | 13:08

Mejiyê ku hatibe dagirkirin
Nêrîn Belav bike

Heger hê jî hin kurdên bi îdeolojiya li dij Emperyalîzmê û Siyonizmê mezin bûne û qet kêmanî û şaşiyên wan nedîtibin û bi çav girtinê, bê ku bifikirin û bi heyto heyt piştgiriya wan dikin an hê weha difikirin, welatê xwe dikin qurmana wê îdeolojiya qet fêda wê ji kurdan re tune ye. Loma parastina îdeolojiya Ummetê tê wateya xwe înkarinê.

Ji ber wan îdeolojiyan bûn ku em kurdên ji salên 1960 heta 1980 hê jî nikarin xwe biguherin û guherandinên cîhanê bibînin. Nikarin xwe ji îdelolojiyan dûr bigirin û berjewendiya gelê xwe biparêzin û wê di ser her tiştekî re bigire. Nikarin bifikirin ku dijminê, dijminê min dostê min e. Nikarin fêm bikin ku dagirkerên me û pêgirtên wan çiqasî zeîf û lawaz bibin dê ewqasî doza gelê me bi pêşve here.

Ji ber vê ye ku ew kesên mejiyên wan bîr û baweriyên wan, helwest û nerînên wan li gor wan îdeolojiyên ji teref dagirkerên ku li gor berjewendiyên xwe format dikirin û bi rêya Îslamîst û çepên xwe di nava me kurdan de belav dikirin, hê jî gelekên me li ser wê ne.

Heger em weke kurdên bakurê kurdistanê li ser hîmên xeta neteweyî hatibana perwerdekirin û ew zanîn ji xwe re kiribana rehber, hûn bawer bikin niha rewşa me ne weke ya îro ku kurdên bakur li ber têkçûnê ye, ba.

Em weke miletê kurd li bakurê kurdistanê tu hebûnên me û destketiyên me tune ne. Zimanê me li ber mirinê ye. Her roj girtin û kuştin ji nava me kêm nabe. Dewleta dagirker bi hemî hêz û qaweta xwe û bi rêya tevgera ku wan li ser nave kurdan damezrandiye, li ser kar in ku kurdan tune bikin û wan nehêlin.

Bi ser vî halê me de, dagirkeran em ji hev perçe kirine û di nava vê perçebûnê de jî Kurd li gor xwe bi rêya hin îdeolojiiyan dê çawa bikin tirk lê dixebitin. Hezar mixabin kurdên me yên bakurê kurdistanê hê jî vê nabînin. Ji ber ku bîr nabin ku li dij Îsraîlê helwest danîn, tê wateya parastina dagirkeran.

Dema mirov perwerdahiya xwe li gor îdelojiyan girt, dema em bi îdelojiyên ku dixwazin kurdan tune bikin, mezin bûn, helbet em ê ji xwe bêtir xelkê din biparêzin.

Qatliamên ango kuştin û wêrankirinên ku dagirkeran anîne serê gelê me hesab û deftera wê tune ye. Tiştên me dîtine li vê cîhanên nehatiye serê tu miletan. Xelk bûne dewlet, xwe û welatê xwe, ziman û hêjayiyên xwe û erda xwe li ser navê xwe diparêzin.

Lê de werin kurdên hê nikarin zimanê xwe û hebûna xwe biparêzin her roj hêsiran bi ser miriyên xelkê de dibarînin. Li dij dostên ku dixwazin dijminê me lawaz bikin derdikevin.

Bi rêya dînê ereban ango li ser navê ummetê, bi hezaran kurd dikevin kuçe û kolanên Kurdistanê û li dij kesên li hember dijminê me axa xwe û xelkê xwe diparêzin derdikevin. Em nabînin an nikarin bibînin ku ji dewletên mesilman pê ve tu kes û dewletan xwîna kurdan nerijandine, Destdirêjiya namûsa wan nekirine. Tenha yên destdirêjahiya namûsa kurdan kirine û dikin dewletên misilman in…

Em kurd nikarin vê yekê bibînin ku zîndanên dagirkerên me yên misilman ku ji bona kurdan di wir de birizînin, çêkirine. Serok û rêberên kurdan di wan de têne kuştin, seqetkirin an jî dibin zilamên wan. Em vê nabînin ha ha li dij Îsraîla xwe û meletê xwe, erd û xelkê xwe ji tofana erebên îslamîst diparêzin, derdikevin. Ma gelo heta niha Îsraîlê çi zerar daye kurdan???

Li gor min ev ne helwesteke rast e. Di bûyerên weha de ya herî baş ew e ku kurd bêdeng bin. Lê li dij Îsraîl helwest danîn tê wê wateyê ku tu dagirkerên xwe diparêze. Parastina dagirkeran jî tê wateya ku tu xwe tune dike. Heger hin di nava me de hebin û bêjin ku ez him li dij êrîşên ereban û him jî li dij êrîşên Îsraîlê me, ev jî ne helwesteke rast e. Ji ber ku Îsraîl xwe û gelê xwe diparêze, ji bona vê parastinê jî çi lazim be divê wê bike û dike.

Ez weke rewşenbîrekî kurd, tekoşîna gelê Îsraîl ya li hember zilma misilmanên ereban, pîroz dikim. Heger Îsraîl bi vî rengî bersîva wan nede, wê nikaribe di nava ereban de û li rojhilatanavîn bijî.

Ji bona jiyana miletê xwe divê mirov bikaribe bi hemî helwestên xwe yên neteweyî li dij ew kes û dewletên tim li dij me re ne, derkev e. Heger tu vê neke tê têk here. Îsraîl jî vê dike û bi vê jî xelkê xwe û erda xwe ji hovan diparêze. Xwezî kurdan jî karîbana weke Îsraîliyan erd û xelkê xwe bi hemî metodan biparastana.

Hê em nebûna dewlet, em weke kurd aqil didin dewletan. Hê me xwe ji bin dagirkirina Tirk, Ere û Eceman azad nekiriye, li gor îdelolojiyan wan diparêzin. Em fêm nakin ku qelsbûna dagirkerên me, dê di berjewendiya gelê me de be.

Silav ji tekolîîna berxwedan û xwe parastina Îsraîliyan ya li hember erebên hov û barbar.

Bijî bratiya gelê Îsraîl û Kurdan…

Bûbê Eser

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

973 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:38:57

Bube Eser

Bube Eser

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Di siyasetê de salmezin!!!Pêşîvekirina tevgera Bakurê Kurdistanê divê çawa be???GAZÎ Û HAWAR EHeger ez bibim desthilat!!!Di nêz de Selahattin dikin serokê Kurdan!!!Dem dema yekitiya PDKyiyan li bakurê Kurdistanê ye!!!Gelo heta kengî ev mejî???Hêviyên me û HAK-PARek çawa???Serketin çawa dê pêk bê???De werin em li hev vegerin û dest bidin hev…Doza Miletekî Çawa Bi Serdikeve???PAK û TDK Xebat ne bi gotinê bi kirinê dibe!!! HAK-PARê pîroz dikim!!!Çıma HAK-PAR Yekıtıyê Naxwazî(!)Barzaniyê Mezın Çı Da Me Kurdan?Helwesta PSK ê ne helwesteke rast eKurdno di sed saliya Lozanê de vê bikin…Rêzgirtin tifak û bihevre karkirinHilbijartin yekitî û HAK-PAR!!!Divê li Bakurê Kurdistanê çi bê kirin? Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (8) û dawîBakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (7)Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (6)Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (5)Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (4)Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de (3)Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (2)Rewşa Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (1)Encama Semînerên min, dîtina kesan û malwêraniya me!!!Kurdno werin em destên xwe bidin hev hêza xwe bikin yek!!!Em êdî hevdu fêm nakin!Abdullah Ocalan got…Çima Barzanî û dîsa Barzanî?Divê HAK-PAR çi bike?Kî zorê tadê û êşkencê li kurdan bike, Kurd dibin hezkiriyên wan!!!Kongreya HAK-PARêBêdengî qebûlkirina bindestiyê ye!Gelo em çiqasî welatparêzin?Siyatmedar û sal mezinên me!!!Felsefe ango Rêbaz!!!Kê dinya hejand û Kurd zîndî kir?Gelo ez kîme û çima tenê bi kurdî dinivîsînim?Kurdên bakurê Kurdistanê siyasetê fêm nakin!!!Em Kurd çima bi sernakevin???Teqandina boriya neftê ji bona çi bû???Şêx Ahmed Barzanî kî ye?Sala nû û hêviya gelê KurdKurdên me ecêb in!!!Pêwîst e em di Navenda Kurd de bibin yek deng!Barzanî û Evdila PDK û PkkKurd û pêkanîna konferansan?Serketin bi piştgiriyê dibe!Deh rojên di zîndanê de me! uuGirtin, binçavkirin. Zîndankirin û kuştinKê mirîdî avifirandiye?Hilbijartina li Iraqê û li Kurdistanê qediya lê…Mirov çawa dikare xwe ji Penceşîrê (Qanser) biparêze û jê xelas be???PKK Kî ye, kî ne û çi dike???Bijî Sosyalîzma Kurdan(!) ya ji bona tunekirina wan.Me têk bir…Çima protesto û ne devjêberdana tirkîEmerikayê çi kir û divê em Kurd çi bikin???Dengê têkbirina Kurdistanê tê!!!Bê dewletî û berjewendî…Rexne agir e…Gotina Enfalê rehet e, lê fêrbûna wê zor û zehmet e!!!Bê helwestiya Kurdan li hember PKK/PYD!!!Seredana HDPK(K)êEv destpêkek e ji bona PK(K)!!!PKK di destê dagirkeran de bûye vîrusek bê derman!!!Em çima li ser xelkê digirîn?Dîasporê çi da me çi ji me girt???PKK û Kurd, azadî û serxwebûnPartî û rêxistinên me yên bakurê Kurdistanê!!!PKK û Lozana nû!!!Kurdno ji bona Lozana dudan xwe amade bikinBi kadirên kevn partiyeke nûjen enî an cephe çê nabe!!! Peymana Lozanê diqede!!!Zîndana Diyarbekirê û EM!!!Ji bona çi partiyên kurd bi ser nakein!!!Em ji Dalkurd çi dixwazin??? Hêviya me di sala nû de divê çi be???Îsmaîl Beşikçi bi eslê xwe tirk e.Gelo bratî çi ye û kî biran e???Kurdno him şiyar bin, him jî agahdar bin!!!Xelata Nobelê û KurdDema nêrek bê xesandin!!!Zîndana Diyarbekirê û EnfalPKK çi dixwazî???Çima Barzanî???Me dikujin, wêran dikin û em…!!!Ka em çi bikin??? Û berê xwe bidin kîjan partiyê…Damezrandina PKK û lîstikên wê!!!Rewş li bakurê KurdistanêSerokê netewa Kurd BARZANî…Piştî ba û bahozê aramî yeKurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!!Şert û mercên yekitiya Neteweyî…Divê Kurd şahiyê bigirin û bigerînin...Serok in lê ne neteweyî ne…Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd…Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!!Em Kurd miletekî weha ne!!!Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e.Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!!Dilxweşî kêfxweşî û serbilindîHeta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!!Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ketCivata me sal mezinan!!!Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wanÊdî dev jê berdidim!!!!Leyla Guven û Greva birçîbûna wêGirîngiya hukumeta nû ya Başûrê KurdistanêBi gotneke tahl û rastiya partiyên meBoxtan, Derew û şelaftî…Barzanî û Şoreşên wan!!!Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!!Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan têNameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud BarzanîDaxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye?Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin?Vê hilbijartinê çi da me Kurdan???Bê Deweletî mirin eJi bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî.Di siyaseta kurdan de hin qarekterBarzanî çima û çawa bi serdikevin?Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin?Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be?Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!!Em çima nabin dewlet???Roja 9 meha îlonê dê çi bibe?Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejîLi Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê?Siyaseta Kurdan!!!Partiyên me çima bi ser nakevin?Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne?Ma ne bese êdîEz westiyam!!! Lê…Kîne rêxistin û partiyên me?Siyaset li bakurê KurdistanêHilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta KurdanKurd çima nabin dewlet?Kurd çima nabin dewlet?Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye?Kurdno bibînin ku hûn dişewitin!De ka ez ê çawa binivîsînimKongreya HDP û KurdKurd, Erdogan û darbe!Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele?Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê?Siyaset li bakurê KurdistanêXemginiya min ji bona hin dostanBi kêrê hustiyê min jê dikirDost di rojên teng de diyar dibinBarzaniyan çi kirin?Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!!Daxwazî û AgahdariyekTêgihiştin...Têgihiştin...Ji ber çi û çima Mesud Barzanî?Em û partiiyên meBarzanî û sê şoreşên talîBarzanî ne bi tenê ye!!!Kurd çima wenda dikinMam Celal çû lê…Rastiyek ji rastiyanReferandûmê çi da me???Rewşa Aloz û Rexne!!!!Kî Çima li dij referandûmê ne?Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikinEm Li Ku Ne!Enfal!!!Ev Şansa Kurdan ya Talî ye!Kurd û ÎsraîlDagirkirî çaw pêk tê?Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in?Em û partiyên meKî û çima sansorê bi kar tînin?Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin?Giringî û pêwîstiya referandûmêZiman û rewşenbîrên Akedemîk!!!!Şoreşa GulanêKurd û xurifandina wanÇima PKK damezrandin???Dayikên Me!PKK Çi Dike???Kurd dê çawa azad bibin?Em, civat û partiyên meRNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKKSerok û SerokatîKurd çima bi ser nakevin?Rexne û Partiyên me!Barzanî û Helwestên wanPKK û êrîşkariya wan ya…Barzanî kî ne?Sûcdar kî ne???Em Çima Dinivîsînin?Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê???Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II)Me partiyeke çawa divê???Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2)Çi çû çi hat û PKK ji ku hat???Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK???Muxalefet Çi Ye?Muxalefet Çi Ye?Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê...Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê...PKK Tu Caran Naqede!!!PKK Tu Caran Naqede!!!Partiyên me çi dikin???Partiyên me çi dikin???PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!!PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!!Firseta zêrîn ji dest dihareFirseta zêrîn ji dest diharePêşeroja me û PKK!!Pêşeroja me û PKK!!Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek!Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek!Dîrok, bîranîn û PKKDîrok, bîranîn û PKKGelo çi bi Ergenekona kurdan hat?Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat?Sê xeterên kurdan yên serekeSê xeterên kurdan yên serekePKK çawa dest pê kir?PKK çawa dest pê kir?Analîzeke kurt li ser PKKAnalîzeke kurt li ser PKK
x