Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Siyade kir

Di civînê de her du alî li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku encamdana hilbijartinên pêşwext, pêngaveke baş e, bi mercekî ku hemû alî pabendî encamên wê bin.

11.08.2022, Per - 14:49

Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Siyade kir
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî îro pêncşemê 11ê Tebaxa 2022yan li Selahedîn pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Siyade Xemîs Xencer kir.

Di hevdîtinê de her du aliyan li ser guherîn û pêşhateyên herî dawî yên li nav proseya siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin û tekezî li ser hevahengî û karê hevbeş a navbera her du aliyan kirin ji bo derbasbûna ji xitimîna siyasî.

Herwiha di hevdîtinê de li ser qeyrana siyasî ya Iraqê, her du aliyan tekez kirin ku her destpêşxerî û pêngaveke nû divê ber bi arasteya baştirkirina rewşa siyasî ya Iraqê û bidawîanîna qeyrana siyasî be.

Li ser hilbijartinên pêşwext ên parlamentoyê, her du alî li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku encamdana hilbijartinên pêşwext, pêngaveke baş e, bi mercekî ku hemû alî pabendî encamên wê bin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 310 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:07:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x