Konferansa yekê ya zanistî li Hewlêrê tê kirin

Sibe konfransa yekê ya zanistî ya Kolîja Niştergerên Amerîkayî – Tayê Herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêrê tê kirin.

29.11.2023, Çar - 13:24

Konferansa yekê ya zanistî li Hewlêrê tê kirin
Nuçe Belav bike

Îro roja Çarşemê, 29ê Mijdara 2023ê, Berdevkê Wezareta Tendirustî Dr. Serkar Surçî ji K24ê re got, “Li jêr serperiştiya Wezîrê Tendirustî yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî, konfransa yekê ya zanistî ya Kolîja Niştergerên Amerîkayî - Tayê Herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêrê tê kirin”.

Herwesa got, “Ev konfrans dê sibe roja Pêncşemê, 30ê Mijdara 2023ê, seet 10:00 ê sibehê dest pê dike û dê ji bo dema du rojan berdewam be. Gelek pizişkên Herêma Kurdistanê û yên biyanî dê tevlî vê konfransê bibin, herwesa hejmareke dersan dê bên dan, zêdebarî çareseriyên nû ku dê di warê niştergeriyê de bên berçavkirin. Ev jî ji bo hevahengiyeke zêdetir e û pêngaveke nû ye ji ber ku pêştir çi konfranseke Komeleya Niştergerên Amerîkayî ya ji vî rengî li Herêma Kurdistanê nehatiye kirin, herwesa ji bo pêşveçûna sîstema tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê jî werçerxaneke nû ye”.

Berdevkê Wezareta Tendirustî herwesa amaje da, “Bi vî rengkî hevahengiyeke baş di navbera Komeleya Niştergerên Kurdistanê û Komeleyea Niştergerên Amerîkayî de çê dibe”.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 265 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:02:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x