Tekoşina azadîyê dijwar e.
Bê artêş û bê çekên beranber nikare hişyarîyê pêkan bike û bi tesir be.
Bê zanisti û be dîplomasî nikarê mafê xwe yên rewa li cihanê bide nasîn û qebulkirin.
Nikare bê tifaqa yekitiya neteweyî bala dewletên sereke yên cihanê bikşîne û ji wan re danûstandineki pêkan bi rek bixe.
Tekoşina rizgariya kurdistanê geleki ciddiye, bi insaf û insiyatifa dagirkeran nameşe. Bes bi insiyatifa hişmendiyeke kurdewar, demokrat dikare ev tekoşina dijî dagirkeran bi ser bikeve.
Tekoşîna rizgarîxwazîya kurdistanê bi ceribandine di dereceya pêlistek ya serhildanê de ne, bi hesab û profesyonel gor stratejiya welatevînî û serxwebûna Kurdistane watedar e. Ev strateji bingehina yekiti û azadiya me ye.. ji bo welat û mileteki parçe parçeyi alternatifên ditir pêkan nebûne û nabin.
Ev tekoşina azadî û serxwebûnê keşeyekî neteweyiye û di eniya yek û du partiyan de nameşe, di enîyekî neteweyî de dikare bimeşe.
Ev tekoşina dijwar di kozika meclisa dagirkeran de ne, di sahaya kurdistanê de, bi nirxên kurdewar û kurdistanî, bes ji cihana miroveti re bi têkildarî dikare bimeşe.
Ev tekosina bi zimanê tirkî û bi siyasetek tirkiyevi nikare bi ser bikeve. Bi siyasetek kurdistanî û navneteweyi dikare vê dijwarîyê ji ser xwe rabike û bervî azadî û serxwebûna xwe bi gavên hesab û bawerî rêkanbe û bimeşe...
Bes di konjonktora sîyaseta rojhelata nêzik û rojhilata navîn de kurdistanî hevceyî hêz û alikariya cîhanê nîn e, cihan jî hewcedarî me Kurdistaniyan e.
Di şerê cihana sêyemin de kurdistan di navbereki kritik de cîh girtiye û cîhan jî hewcedarî hêza kurdistanê maye. Divê em qedir û qiymeta xwe baş bizanibin û çewtiyen xwe dubare nekin. Dijî şerê DAÎŞa dirinde Kurdistaniyan ji bo berjewendiya xwe û mirovayetiyê bedêlên giran dan, divê beranberî vî bedelî para maf û adaleta xwe ji bo xwe ji dest bixîne.
Divê em di her platformên ciddî de û bi zarokên xwe re bi zimanê xwe yê kurdî bixafin û zimanê serdest ji ser ziman û hestên xwe derxînin. Divê kurdî serxwebûna Kurdistanê bibe êşqa me. Daku kurdî hebûna me ye, Kurdistan welatê me ye.
Dewletên ku kurdistan dagirkirine paşverûne, jenosidal in, faşist û kolonyalistîn. Di vê siyaseta xwe ya bi sîstem de bi maharet in. Divê em vê realîteyê hîç ji bîra nekin.
Daku hebuna wan ji zanistiya ilmi, ji çand, edebiyat, hûner û aboriya xwezayî pêkan nebûye. Ci û warê ku li ser niştecîh bûne bi taybetî yê tirkan ne erdê wan e. Lê bi darê zorê berê bûne imparator. Paşê li ser konjoktora siyasî, bi rewşek jenosidal bûne dewletek çeteyî û li ser nirxên çetetiyê bûne milet û bi wê siyaseta sistematik û jenosidal meşruiyeta xwe sed sal e bi cihanê re dane qebulkirin û li ser me dimeşînin. Ev nizama dijî kurd heya berevajî nebe rêkana me bi zahmet e. Lê di vê babetê de kurdan di çen salan de rê û rewşekî xweş bi dest xistî ye. Divê Kurdistanî van îmkanan firehtir bikin.
Daku cihana ku hatiye damezrandin, kiryarên Tirkiyê ji bo berjewendîya xwe bi kar aniye û li gel wan kiryaran bê deng maye, lê îro ev imkan heye ku biguhere.
Divê em tesbît bikin ku di damezrandina vê sîstemê de çewtîyen Ermeniyan, Kurdan, Suryanan, Pontus û Grekan heye. Ku çewtîyên gelan nabûya îro ev dijwariya jenosîdal ya domdar nemadikarîbû ku bi vê siyaseta jenosidal di qurna 21\'î de li ser pîya raweste û li ser gelan hukmê xwe bimeşin e.
Ev çewtiyana gelo çî ne?
Divê em li ser vê mijarê kur rawestin...:
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.