Artêşa Tirkiyê êrîşî Minbic û Şehbayê kir: 2 kes hatin kuştin

Artêşa Tirkiyê û çekdarên Sûrî yên ser bi Tirkiyê ve 5 gundên Şehbayê û gundekî Minbic topbaran kirin, di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dan.

30 Hezîran 2022 - 06:15
30 Hezîran 2022 - 06:15
 0
Artêşa Tirkiyê êrîşî Minbic û Şehbayê kir: 2 kes hatin kuştin

Li gorî çavkaniyên xwecihî ji Şehbayê, artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve gundên ji doh Çarşembiyê ve heta îro Pêncşembê 30ê Hezîranê hejmarek gundên herêma Şehbayê bi dijwarî topbaran kirine.

Hêzên Tirkiyê û komên çekdar doh 29ê Hezîranê gundên Nêrebiye, Zozana, Şeala û Til Enab topbaran kirine.

Di necamê de ziyaneke madî ya mezin gihiştiye mal û milkê welatiyan.

Artêşa Tirkiyê û komên çekdar herwiha îro 30ê Hezîranê gundê Um Qura yê li herêma Şehbayê topbaran kirin. Li gorî agahiyan zirar gihaştiye zeviyên gundiyan.

Li Minbicê 2 sivîlan canê xwe ji dest dan

Li aliyekî din, artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wî welatî ve roja Çarşembê 29ê Hezîranê xeta sînorî ya herêma Minbicê topbaran kirin.

Hêzên Tirkiyê gundê Ereb Hesen li bakurê Minbicê bi giranî dane ber topan

Navenda Ragihandina Encûmena Leşkerî ya Minbicê ragihandiye, di encama topbarankirina artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê de, li gundê Ereb Hesen li bakurê Minbicê 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dane.

Encûmena Leşkerî ya Minbicê ser bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve ye û di warê leşkerî de herêma Minbicê diparêz e.

Ev nûçe bi tevahî 505 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:28:30