Baroya Rihayê ji bo eşkerekirina gora Seîdê Kurdî serî li DMME'ê da

Baroya Parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ragihand, wan ji bo eşkerekirina gora Seîdê Kurdî serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) daye.

4 Cotmeh 2022 - 02:23
4 Cotmeh 2022 - 02:23
 0
Baroya Rihayê ji bo eşkerekirina gora Seîdê Kurdî serî li DMME'ê da

Baroya Rihayê li ser hesabê xwe Twitterê diyar kir, ji ber ku encamek ji dadgehên Tirkiyê nehatiye bidestxistin û pêvajoya dozê di warê hiqûqî de li Tirkiyê bi dawî bûye, wan derbarê dozê de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) daye.

Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin: “Me doza eşkerekirina cihê gora Seîdê Nûrsî ku gora wî hatibû perçekirin û cenezayê wî hatibû revandin, ji ber nemana rêyên hiqûqî yên navxweyî, veguheste Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê.”

Seîdê Kurdî ku zana û kesayetekî navdar ê Bakurê Kurdistanê ye, di 23ê Adara 1960ê de koça dawî kir û di 12ê Tîrmeha 1960ê de fermandarên leşkerî yên Tirkiyê bi biryarekê, cenazeyê Seîdê Kurdî ji gora wî derxistin û bi balafireke leşkerî bo cihekî nediyar birin û heta niha jî cihê gora wî nayê zanîn.

Ev nûçe bi tevahî 1020 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:29:09