Encumena Asayişa Navdewletî dê derbarê rewşa Iraqê de bicive
Biryar e roja sêşemê Encûmena Asayişa Navdewletî derbarê rewşa Iraqê de bicive.

Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî roja sêşemê saet 17:00 dê li New Yorkê bicive û nûnera Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Hennessy-Plaschardt li ser rewşê birîfîngekê pêşkêş bike.
Herwiha tê çaverêkirin ku di civînê de rewşa Bexdayê, pirsgirêkên navxweyî yên Iraqê û paşxistina avakirina hikûmeta Iraqê were gotûbêjkirin. Tê çaverêkirin ku di civînê de binpêkirina serweriya Iraqê jî ji aliyê Îranê ve were gotûbêjkirin
Nûvekirina herî dawî: 20:06:12