BUPAR: Li bajarên Kurdan Kilicdaroglu ji Erdogan zêdetir deng werdigre

Li gor encamên rapirsiya Kompanya BUPARê, di gera duyem a hilbijartinên serokkomariya Tirkiyê de ku Erdogan û Kilicdaroglu berbijêr bin, li bajarên Amed, Mêrdîn, Agirî, Mûş û Wanê %75.5 deng didin Kilicdaroglu û %15.7 deng didin Erdogan.

27 Hezîran 2022 - 03:26
27 Hezîran 2022 - 03:26
 0
BUPAR: Li bajarên Kurdan Kilicdaroglu ji Erdogan zêdetir deng werdigre

Kompanya BUPARê di navbera 15 Gulan û 15 Hezîranê de li 5 bajarên Bakurê Kurdistanê ku di hilbijartinên 2018an de HDP yekem partî bû, derbarê hilbijartina serokkomariyê de bi 2 hezar û 532 kesan re rapirsiyek kir.

Di rapirsiyê de pirsa “Eger di gera duyem a hilbijartina serokkomariyê de Recep Tayyip Erdogan û Kemal Kiliçdaroglu berbijêr bin, hûn ê dengê xwe bidin kîjanî?” hat pirsîn.

Li gor encaman %75.5an bersiva Kilicdaroglu dane û %15.7an bersiva Erdogan dane. %8.8an bersiva “ti fikreke me nîne” dane.

Herwiha %76.6ê beşdarbûyan gotine dê CHP li bajarê me dengên xwe zêde bike û piştre bi rêjeya %56.8 DEVA û bi rêjeya %54.6 jî ÎYÎ Partî dê zêde bike.

Ev nûçe bi tevahî 1217 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:16:46