Li Hesekê teqînek çêbû: 3 birîndar

Li Taxa Ezîziyê ya Heseke ya Rojavayê Kurdistanê teqînek çêbû

27 Hezîran 2022 - 03:20
27 Hezîran 2022 - 03:20
 0
Li Hesekê teqînek çêbû: 3 birîndar

Hat ragihandin ku li Taxa Ezîziyê ya Heseke ya Rojavayê Kurdistanê teqînek çêbû. Di encama teqînê de 3 kes birîndar bûn.

Roja Yekşemê 26ê Hezîrana 2022an li Taxa Ezîziyê ya Heseke ya Rojavayê Kurdistanê teqînek çêbû. Di encamê de 3 kes birîndar bûn. Navê welatiyên ku di teqînê de birîndar bûne Rexed Hisên Hesen ê 18 salî, Ednan Hisên Hesen ê 11 salî û Şîndar Selmo yê 25 salî ne.

Ajansên nêzikî Rêveberiya Xweser diyarkirin ku birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Heta niha sedema teqînê nehatiye eşkerekirin.

Ev nûçe bi tevahî 4598 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:03:42