Çavuşoglu ligel serkirdeyên opozîsyona Sûriyê civiya

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ligel Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûriyê , Serokê Desteya Danûstandinan û Serokwezîrê Hikûmeta Demkî hevdîtin kir.

24 Tebax 2022 - 12:02
24 Tebax 2022 - 12:02
 0
Çavuşoglu ligel serkirdeyên opozîsyona Sûriyê civiya

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ligel Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûriyê Salem El-Meslet, Serokê Desteya Danûstandinan Bedr Camûs û Serokwezîrê Hikûmeta Demkî Ebdurehman Mistefa hevdîtin kir.

Mevlut Çavuşoglu li ser hesabê xwe yê Twitterê wêneya xwe ligel serkirdeyên opozîsyona Sûriyê belav kir û ragihand: “Me ligel Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûriyê Salem El-Meslet, Serokê Desteya Danûstandinan Bedr Camûs û Serokwezîrê Hikûmeta Demkî Ebdurehman Mistefa hevdîtin kir.”

Çavuşoglu eşkere kir: “Em beşdariya opozîsyonê di pêvajoya siyasî ya di çarçoveya biryara 2254 a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de pîroz dikin û piştgiriyê didin wan.”

Ev nûçe bi tevahî 496 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:38:08