Demirtaş: Teqîna Stenbolê teror e

Selahattin Demirtaş derbarê teqîna li cadeya Istiklal a Stenbolê de peyamek belav kir.

14 Mijdar 2022 - 05:58
14 Mijdar 2022 - 05:58
 0
Demirtaş: Teqîna Stenbolê teror e

Siyasetvanê Kurd û hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş teqîna li kolana Istiklal a Stenbolê weke êrîşeke terorîstî bi nav kir û teqîn şermezar kir.

Selahattin Demirtaş derbarê teqîna li cadeya Istiklal a Stenbolê de peyamek belav kir.

Demirtaş di peyama xwe de teqîna li Stenbolê weke teqîneke terorîstî bi nav dike û dibêje: “Armanc û hincet çi dibe bila bibe, her êrîşek ku sivîlan dike hedef ji hêla qanûnî, siyasî, exlaqî û wijdanî ve teror e. Em qet qebûl nakin.”

Di beşeke din a peyama xwe de Demirtaş teqînê şermezar dike û dibêje, “Her wiha terora ku li kolana Îstîklalê sivîlên bêguneh dike hedef, şermezar dikim. Ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane rehma Xwedê, ji xizmên wan re sersaxiyê û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazim.”

Duh 13ê Mijdara 2022 li kolana Îstiklalê ya li navçeya Beyoglu ya Stenbolê derdora demjimêr 16:20 teqînek çê bû û li gor rayedarên hikûmeta Tirkiyê di encama teqînê de 6 kes hatine kuştin û 81 kes birîndar bûne.

Ev nûçe bi tevahî 457 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:36:52