Liz Truss bo Mesrûr Barzanî: Em pabendî parastina asayiş û aramiya Herêma Kurdistanê ne

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî nameyek ji Serokwezîra Şahnişîna Yekgirtî Liz Truss wergirt.

3 Cotmeh 2022 - 09:58
3 Cotmeh 2022 - 09:58
 0
Liz Truss bo Mesrûr Barzanî: Em pabendî parastina asayiş û aramiya Herêma Kurdistanê ne

Serokwezîra Şahnişîna Yekgirtî di nameya xwe de amaje bi serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Brîtanyayê di meha Nîsana borî de kir û got: “Gelekî xweşhal bûm ku di meha Nîsana îsal de me li Londonê pêşwazî li we kir û hêvîdar in ev serdane berhemdar bûbe.”

Serokwezîra Şahnişîna Yekgirtî behsa pêwendiyên dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Şahnişîna Yekgirtî dike û dibêje: “Xweşhal im ku pêwendiyên me yên dîrokî îro di ji her demekê zêdetir bihêztir in.”

Liz Truss her wiha di nameya xwe de dibêje: “Em xwedî nirxên hevbeş in û Em pabendî parastina asayiş û aramiya Herêma Kurdistanê ne wek beşek ji Iraqeke bihêz û yekgirtî û berdewam dibin ta ku ji nêzîk ve bi hev re rûbirûyî terorê bibin.”

Serokwezîra Şahnişîna Yekgirtî di dawiya nameya xwe ya ji bo Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de nivîsiye: “Hêvîdar im bi hev re kar ji bo bihêzkirina pêwendiyên me bikin.”

Ev nûçe bi tevahî 1078 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:33:21