Firokexaneyên Kurdistanê bi fermî hatin vekirin
Firokexaneyên Kurdistanê bi fermî ji bo geşetên esmanî yên navdewletî hatin vekirin û qedexeya li ser wan hat rakirin.

Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê Kerîm Şingalî ragihand, firokexaneyên Kurdistanê vebûn.
Îro Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê Kerîm Şingalî li Hewlêrê pêşwazî li Wezîrê Navxwe yê Iraqê Qasim Eirecî kir. Piştî hevdîtinê, her du wezîr derketin pêşberî rojnamevanan.
Kerîm Şingalî da zanîn, firokexaneyên Kurdistanê îro bi fermî vebûn û ev jî gaveka baş e bo çareserkirina arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê.
Li gorî fermana serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, diviya firokexaneyên Kurdistanê sibê bên vekirin lê rojekî zûtir vebûn.
Nûvekirina herî dawî: 06:18:04