Firokxaneyên Herêma Kurdistanê hatin vekirin

Piştî nêzîkî şeş mehan ji girtinê, Serokwezîrê Iraqê biryara vekirina firokxaneyên Herêma Kurdistanê li pêş geşta navdewletî derkir.

13 Adar 2018 - 10:22
13 Adar 2018 - 10:22
 0
Firokxaneyên Herêma Kurdistanê hatin vekirin

Li gor daxuyaniyeke Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, qedexeya li ser geştên navdewletî yên li ser her du firokxaneyên navdewletî yên Hewlêr û Silêmaniyê hate rakirin.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê jî hat kirin, Heyder Ebadî ligel Herêma Kurdistanê lihev kir, ku li gor destûra federalî ya Iraqê firokxaneyên Herêma Kurdistanê were birêvebirin.

Wek di daxuyaniyê de hatiye, sîstema birêvebirina firokxaneyên Kurdistanê û deriyên sînorî bi desthilata federalî ve têne girêdan û karmendên passpot û karmandên firokxaneyan vedigire ser bi Wezareta Navxwe ya hikûmeta federalî.

Diyar kir jî, komîteke taybet ji aliyê Herêma Kurdistanê û desthilatên federalî ji bo birêvebirina firokxaneyan pêk tê, ji bo pabendbûna bi peyrewên federalî û raportan arasteyî serokwezîr bikin.

Ev nûçe bi tevahî 10735 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:19:56