Serokkomarê Iraqê projeya budçeya Iraqê red kir

Medyaya Iraqê li ser zarê çavkaniyên agahdar ragihand ku Serokkomarê Iraqê Fûad Masûm pesendkirina projeya budçeya Iraqê red kiriye.

13 Adar 2018 - 10:21
13 Adar 2018 - 10:21
 0
Serokkomarê Iraqê projeya budçeya Iraqê red kir

Birêveberê Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokkomarê Iraqê, Emîr Hemûdî got ku "Serokkomar Fûad Masûm pesenkirina budçeya 2018an red kir ku parlamentoya Iraqê ji bo wê deng dabû" û diyar kir ku Masûmî ferman daye ku "li parlamentoya Iraqê bê vegerandin."

Di berdewamiyê de Hemûdî wiha got: "Sedema ku budçe nehatiye pesendkirin ew e ku binpêkirinên qanûnî tê de hene lewra li paralamentoyê hatiye vegerandin."

Parlamentoya Iraqê projeyasaya budçeya sala 2018 ya Iraqê bêyî beşdarbûna Fraksyonên kurdistanî qebûl kiribû û para Herêma Kurdistanê ji sedî 17an hatibû daxisti û li gorî budçeya nû bûbû 12,63% ku fraksiyonên Kurdistanî li dijî vê yekê derketibûn.

Ev nûçe bi tevahî 3591 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:05:00