Fransa bang li Iraqê kir: Pêşniyarên Kurdistanê qebûl bike
Wezareta Derve ya Fransa jî piştevaniya xwe bo destpêşxeriya Herêma Kurdistanê bo diyalogê nîşan da û daxwaz ji Iraqê dike bi pêşniyarên hikûmeta Kurdistanê bo destpêkirina diyalogê razî be.

Li gorî nûçeya Basnews\'ê de cih digire tê gotin ku, Wezareta Derve ya Fransa li ser êrişên Heşda Şeibî û pasdarên Îranê li dijî Kurdistanê û hewlên Herêma Kurdistanê bo destpêkirina diyalogê bi Bexdayê re daxuyaniyek da û ragihand, Fransa piştevaniya hewlên destpêkirina diyalogê di navbera Hewlêr û Bexdayê de û misogerkirina mafên kurdan di çarçoveya Destûra Iraqê de dike.
Wezareta Derve ya Fransa piştevaniya xwe bo pêşniyarên hikûmeta Kurdistanê bo destpêkirina diyalogê jî nîşan daye û ragihandiye, hikûmeta Kurdistanê gavek pozîtîf avêtiye ji ber wê jî divê Iraq razî be.
Hikûmeta Kurdistanê pêr derengiya şevê, daxuyaniyek da û ragihand, Herêma Kurdistanê bo destpêkirina diyalogê amade ye encamên referandoma serxwebûnê bicemidîne.
Her wiha Wezareta Derve ya Amerîka jî piştevaniya xwe bo destpêşxeriya Herêma Kurdistanê bo diyalogê nîşan dabû û daxwaz ji Bexdayê kiribû bi Hewlêrê re dest bi diyalogê bike.
Lê serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îro bersiv da û ragihand, ew tenê bi betalkirina encamên referandomê razî dibin bi Kurdistanê re dest bi diyalogê bikin.
Nûvekirina herî dawî: 20:47:51