HUDAPARê çend kursî bi dest xistin?

Li gor encamên nefermî berbijêrên HUDAPARê yên ku di lîsteyên AK Partiyê de ketibûne hilbijartinê, Serokê HUDAPARê Zekeriya Yapicioglu, Şehzade Demîr û Faruk Dînç wek parlamenter hatin hilbijartin.

15 Gulan 2023 - 04:34
15 Gulan 2023 - 04:34
 0
HUDAPARê çend kursî bi dest xistin?

Di hilbijartinên 14ê Gulanê de, li gorî encamên ku hîn wek fermî nehatine ragihandin, 3 endamên Partiya Doza Azad (HUDAPAR) kursiyên xwe yên parlamenteriyê bi dest xistin.

Serokê Giştî yê HUDAPARê û berbijêrê rêza 4emîn a Herêma 3emîn a Stenbolê ya AK Partiyê Zekeriya Yapicioglu, Sekreterê Giştî yê HUDAPARê û berbijêrê pileya 6emîn a AK Partiyê ya Dîlokê Şehzade Demir, Serokê şaxa Amedê yê HUDAPARê û berbijêrê rêza 4emîn a AK Partiyê yê Mêrsînê Faruk Dinç wek parlemanter hatin hilbijartin.

Ji HUDAPARê 4 kes ji lîsteyên AK Partiyê bibûn berbijêrê parlamenteriyê.

Hat diyarkirin ku Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli yê ku di rêza duyemîn a AK Partiyê ya Êlihê de berbijêr bû nikarî dengên pêwîst bi dest bixe û bibe parlamenter.

Ev nûçe bi tevahî 492 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:06:12