Kerkûk.. 3 welatî di nava mala xwe de hatin kuştin
Li gundê Çîmen ê ser bi bajarokê Qerehencîr ê li parêzgeha Kerkûkê, 3 kesên ji malbatekê kuştî hatin dîtin.

Jêderekî ji Polîsa Qerehencîr ji K24ê re ragihand, şeva borî 3 kesên ji yek malbatê hatin kuştin û îro danê sibê ev bûyer aşkere bû.
Da zanîn jî, kesên kuştî Ehmed Husên Mihemed Elî (70 salî) hevjîna wî Beyda Elî Husên (40 salî) û birayê hevjîna wî Qeys Elî Husên (30 salî) ne.
Destnîşan kir jî, termê kuştiyan ji bo bijîşkiya dadî ya nexweşxaneya Azadî ya Kerkûkê hatin veguhastin û li gor zanyariyên destpêkê, sedema kuştinê ji ber pirsgirêkên civakî ye.
Nûvekirina herî dawî: 04:58:14