Leşkerekî Tirkiyê di operasyonê de hat kuştin

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, di operasyona “Pence-Kilîd” a li nav axa Herêma Kurdistanê de leşkerekî Tirkiyê hatiye kuştin.

29 Mijdar 2022 - 04:01
29 Mijdar 2022 - 04:01
 0
Leşkerekî Tirkiyê di operasyonê de hat kuştin

Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê li devera operasyona Pençe Kilîd a di nav axa Herêma Kurdistanê de, leşkerê Artêşa Tirkiyê yê bi navê Halîl Îbrahîm Yîgît hatiye kuştin.

Artêşa Tirkiyê roja 18ê Nîsana 2022yan ve li navçeyên Zap, Avaşîn û Metîna yên di nav axa Başûrê Kurdistanê de li dijî PKKê dest bi operasyona bi navê Pence-Kilîd kiriye û operasyon heta niha berdewam e.

Operasyona “Pence-Kilîd”, navçeyên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de li xwe digire.

Ev nûçe bi tevahî 595 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:51:32